Li binkeyeke petrolê ya Amerîkayê teqîneke mezin çêbû

24 adar 2026 08:14

Li binkeya petrolê ya Valero ya li bajarê Port Arthur ya Teksas a Amerîkayê teqînek mezin çêbû. Piştî teqînê agir girte beşeke binekeya petrolê

Li binkeyeke petrolê ya Amerîkayê teqîneke mezin çêbû

RûpelNews - Rayedaran ragihandin ku piştî teqînê li cihê bûyerê şewatek derketiye û gelek tîmên agirkujiyê ber bi herêmê ve hatine şandin.

Antonio Mitchell, berdevkê Daîreya Agirkujiyê ya Port Arthurê, piştrast kir ku li binkeyê bûyerek qewimiye, û destnîşan kir ku hûrgiliyên derbarê bûyerê de hîn kêm in.
Şerîf Zena Stephens jî diyar kir ku, li gorî encamên destpêkê, ti qurbanî an birîndarî nehatine ragihandin.

Desthilatdaran diyar kir ku ji niştecihên li rojavayê rafîneriyê re hatibû şîretkirin ku di malên xwe de bimînin, di heman demê de lêpirsînek li ser bûyerê hatibû destpêkirin.