Îranê bersiva pêşniyaza Amerîkayê da: Nakokiyên mezin hene

10 gulan 2026 22:53

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ya Amerîkî aşkera kir ku Îranê bersiveke fermî ku ji çend rûpelan pêk tê, ji bo pêşniyaza Amerîkayê şandiye. Li gorî nûçeyê, Tehranê di hin xalan de razîbûna xwe nîşan daye, lê di navbera her du aliyan de hêj "nakokiyên mezin" hene, bi taybetî di derbarê dosyaya nukleerî de.

Îranê bersiva pêşniyaza Amerîkayê da: Nakokiyên mezin hene

RûpelNews - Roja Yekşemê, 10ê Gulana 2026an, Wall Street Journal ji zarê çend çavkaniyên agahdar ragihand ku Îranê bi rêya dewleta Pakistanê bersiva xwe ya fermî ji bo Washingtonê şandiye da ku dawî li şer bê anîn. Her çend Tehranê daxwaza xwe ya ji bo rawestandina pevçûnan nîşan dabe jî, bersiva wê hemû daxwazên Amerîkayê yên derbarê uranyuma dewlemendkirî û paşeroja bernameya nukleerî de bi cih nake.

Pêşniyaza Îranê ya ji bo uranyumê

Li gorî raporê, Tehranê pêşniyaz kiriye ku tenê "beşek" ji uranyuma xwe ya pir dewlemendkirî hûr bike (asta wê daxe) û beşa din jî bişîne welatekî sêyem, ne ji bo Amerîkayê. Her wiha Îran daxwaza garantiyê dike ku heke danûstandin bi ser nekevin, divê ew uranyuma ku şandine derve, dîsa ji bo wan bê vegerandin.

Nakokiyên li ser dema rawestandina pîtandinê

Îranê di bersiva xwe de amadehiya xwe nîşan daye ku pîtandina uranyumê ji bo demekê rawestîne, lê bi şertê ku ev dem ji 20 salan kêmtir be. Ev yek li dijî daxwaza Amerîkayê ye ku daxwaza demeke dirêjtir an jî rawestandina herdemî dike. Di heman demê de, Tehranê bi tundî hilweşandin û têkdana bingeh û saziyên xwe yên nukleerî red kiriye.

Geşedanên di warê leşkerî û aborî de

Di warê leşkerî û aborî de, Îranê pêşniyaz kiriye ku pevçûn bên rawestandin û Geroava Hurmiz bi şêweyekî "pileyî" bê vekirin. Îran daxwaz dike ku ev pêngav hevdem be ligel rakirina ambargoyên deryayî yên Amerîkayê ku li ser benderên Îranê hatine sepandin.