Vîrusa koronayê li tevahiya Bexdayê belav bûye
21 gulan 2020 22:21
PeyamaKurd - Parêzgerê Bexda ya paytexta Iraqê ragihand, vîrusa korona li temamê navçeyên parêzgeha Bexdayê belav bûye.
Parêzgerê Bexdayê Mihemed Cabir Eta, ji medya fermî ya Iraqê re ragihand, hemwelatiyên Bexdayê pabendî tedbîrên tenduristiyê nabin û ev yek jî bûye sedema belavbûna şewba vîrusa korona.
Mihemed Cabir Eta got, vîrusa korona li hemû navçeyên Bexdayê belav bûye û nexwaşxane nikarin ji vê zêdetir pêketiyan razînin û divê qedexeya hatûçûnê bê tund kirin.
Parêzgerê Bexdayê bal kişand ser ku wan daxwaz ji hikûmetê kiriye 14 rojan hatûçûnê bi temamî li Bexdayê qedexe bikin.
Li gorî amarên dawî 3 hezar û 724 kes li Iraqê bi vîrusa korona ketine û 134 kes bi wê nexweşiyê mirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Pêleke din a vîrusa Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê belav bû
18 îln 2021
Cîhan
Li Rojavayê Kurdistanê careke din vîrusa Koronayê bi xurtî belav dibe
10 îln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin