Türeci û Sahin li ser xebatên teknolojiya mRNA yê û xebatên li ser seretanê agahiyan dan
PeyamaKurd – Ji çêkerên derziya Kovid-19 ê Özlem Türeci û Uğur Şahin, di TED ê de axifîn. Kuratorê TED ê Chris Anderson ji Şahin û Türeci pirsan kir û wan jî pirsan bersivand. Şahin û Türeci li ser deqandina an ku aşiyên mRNA yê şiroveyên girîng kirin. Türeci weha got:
“16-17 mehên dawiyê nefesa me birî. Me di serê sala borî de destpêkir. Li holê pandemiyekî hebû lê mi çi jê nizanibû û me nizanibû dê pandemî ew çend bilez pêş de here û dê em di çiqas wext de divê aşiyê bigihînin. Yek rojek jî tinebû ku em wextê xwe vala derbas bikin.
Ez û Uğur me li beşa onkoloyiyê hev naskir. Ez hêj xwendevan bûm. Em bi nexweşên seretanê re eleqedar dibûn û me dît li wê derê dinyayeka dinê ya ilmê heye. Me dît ku divê bo wan nexweşan ilim û teknolojiyê bi hevre bimeşînin. Ez dibêjim bilez ji ber lez bo nexweşan gelkî girîng e.”
Li ser mijarê Uğur Şahin bersiva Chris da û got ku wan bo pandemiya li Wuhanê raporekî amade kirine û gotine îhtîmaleka mezin dê bibe pandemî û bilez ketine nav tevgerê. Şahin weha got:
“Ez fikirîn dê pandemî li temamê mirovahiyê bandorê bike û bo çareseriyê em dikaribûn teknolojiya mRNA yê bikar bînin. Esas ev aşiya em li serê xebitîn bo tedawiya kanserê an ku seretanê hatibû amadekirin. Di vê xebatê de li gor rêza genetîka nexweş dê aşi bihata dayîn. Ne taybet bû lê rêza vîrusê ya genetîkê heman tişt bû. Paşî em bilez ketin nav tevgerê. Zahmetiya me ew bû ku ti agahî di derbarê vîsrusê di destê me de tinebû. Vîruseka nû bû.
Di Kovid-19 ê de serkeftina aşiya mRNA yê, rê li ber vekir ku em bi teknolojiyên nû û rêyên nû bikarbînin. Niha molekulên mRNA yê ku em bo seretanê bikartînin, niha di asta xebata klînîkê de ye û herî kêm 10 berhemên me hene. Her yek ji wan li hemberê cûreyên cuda yên kanserê ne. Ez baş bawerim serkeftina ku me bi teknolojiya mRNA yê bidest xistiye dê bo xebatên me yên kanserê dewam bike.”
Axaftvan Türeci doneyên encama ku çawa aşiya mRNA yê di nav 72 sietan de hucreyên T yê zêde dike, da.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin