Teknolojiya FINDER a NASAyê di xebatên erdheja Meresê de hat bikaranîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sîstema pêşketî ya dîtina mirovan di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de ku Ajansa Hewa û Fezayê ya Amerîka (NASA) bipêş xistiye, piştî erdheja Nepalê ya 2015an di erdhejên Mereşê de jî hat bikaranîn.
NASAyê li ser medya civakî ragihand ku sîstema dîtina mirovan di bin kavilan de, ya bi navê FINDER di erdhejên Mereşê de, li ser xirbeyan hatiye bikaranîn.
Hat diyarkirin, ew sîstema kompaniya SpecOps a teknolojiya ewlekariyê ku ji navenda Florîda hevkariyê bi tîmên rizgarkirinê re dike, di xebatên rizgarkirinê de hatiye xebitandin.
Serokê NASAyê Bill Nelson jî li ser Twitterê ragihand, “Di demên karesatan de teknolojî dikare jiyanan rizgar bike. Teknolojiya FINDER alaveke gelekî girîng e, ji bo diyarkirina mirovên di bin enqazan de ku hevkariya tîmên rizgarkirinê dike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin