NASAyê tîmeke ji çar kesan pêkhatî şand ser Heyvê
Ajansa Neteweyî ya Hewayî û Fezayê (NASA) piştî nêzîkî 50 salan ji bo miovahiyê gaveke dîrokî avêt û çar astronot rêkirin Heyvê.
RûpelNews - NASAyê wekî beşek ji mîsyona Artemîs II, tîmeke ji çar kesan pêkhatî ber bi Heyvê ve rêkir.
Tê plankirin ku erka tîma fezayê nêzîkî 10 rojan bidome. Hat ragihandin ku, armanca vê geştê ew e ku astronot pergalên amûra fezayê biceribînin, wêneyên herêmên Heyvê yên ku berê nehatine dîtin bikişînin û ji bo armancên pêşerojê cihên danînê navgînan binirxînin.
Qonaxa duyem a bernameya Artemîs
Piştî armanca berê ya bêmirov a Artemîs I, Artemîs II qonaxa duyem a bernameyê pêk tîne. Xebatên Artemîs I di Kanûna 2022an de bi dawî bû, ku tê de keştiya fezayê ya Orîon li dora Heyvê geriya û vegeriya ser rûyê erdê.
Ji Florîdayê ber bi Heyvê ve rêkirin
Navgîna fezayê ya Orîon a ku ji bo armancê hate bikaranîn, ji Navenda Fezayê ya Kennedy hate avêtin. Rêkirina wê bi qasî 15 deqeyan derengtir ji dema diyarkirî pêk hat.
Ji sala 1972an vir ve yekem car
Artemîs II ji sala 1972an vir ve yekem geşta bi mirov a bo Heyvê ye. Ji vî alî ve, mîsyon wekî destpêka serdemeke nû di keşfa fezayê ya bi tîmê de tê dîtin.
