‘Ji bo danûstandinên atomi tîmeke ji 100 kesan tê avakirin’
Li gorî nûçeyên medyaya Amerîkî, rêveberiya Washingtonê plan dike ku tîmeke ji nêzîkî 100 pisporan ava bike ji bo amadekariya hûrgiliyên teknîkî yên egera peymaneke atomî a bi Îranê re.
RûpelNews - Di nûçeya Axiosê de ku behsa du berpirsên Amerîkî dike, hat îdiakirin ku nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkoff û şêwirmendê wî Jared Kushner bi pisporên atomî re hevdîtinên amadekariyê li dar dixin.
Li gorî nûçeyê, tîma plankirî dê li ser sînordarkirina stokên uranyuma dewlemendkirî ya Îranê, çavdêriya materyalên atomî, û mekanîzmayên verastkirina teknîkî bixebite.
Pêşnûma tê amadekirin
Her wiha hat îdiakirin ku Qesra Spî li ser pêşnûmayek peymanê dixebite ku armanca wê bidawîkirina dijminatiyên bi Îranê re û vekirina rê ji bo danûstandinên navokî yên berfireh e.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di navbera aliyan de derbarê dema kêmkirina stokên uranyûmê û serbestberdana sermayeyên darayî yên cemidandî yên Îranê de cudahî hîn jî hene.
