Bazirganên alîkarî şandibûn Rojavayê Kurdistanê hatin xelatkirin
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê di merasîmekê de îro 29ê Îlona 2026an, hejmareke ji bazirganên ku alîkarî pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kirine, xelat kirin.
RûpelNews - Di merasîmê de Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw got, "Xelkê Hewlêrê ji berê ve xwedan rûhê bexşîna alîkariyan in û em şanaziyê bi wan kesan dikin".
Parêgarê Hewlêrê Xoşnaw got, "Li ser bangawaziya Serok Barzanî me hilmeta komkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihand".
Di meha Çileya îsal de, dema şer di navbera HSDê û hêzên Hikûmeta Sûriyê de çêbû, bi hezaran kes ji Heleb û Reqayê Koçberî bajarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê bûn, ji ber wê yekê jî li Herêma Kurdistanê hilmetên komkirina alîkariyan dest pê kirin û bi hezaran ton alîkarî ji bo Rojavayê Kurditanê şandin.
