Kurdan bertek nîşanî erebkirina Rojavayê Kurdistanê dan
Heşt partiyên kurd yên Rojayê Kurdistanê banga bidawîkirina polîtîkayên erebkirinê yên di serdema Baasê de hatine meşandin, vegerandina navên cihan ên kurdî û betalkirina projeya 'Kembera Erebî' kirin.
RûpelNews - Heşt partiyên kurd yên ku Konseya Şêwirmendiya Kurdî pêk tînin, di daxuyaniyeke hevpar de ku li Qamîşloyê hat weşandin, daxwaz kirin ku polîtîkayên erebkirinê yên di dema rejîma Baasê de hatine meşandin, tevî hemû encamên wan, bi temamî bên betalkirin. Partiyan banga vegerandina navên dîrokî yên herêmên kurdan û betalkirina projeya "Kembera Erebî" kirin.
"Divê polîtîkayên erebkirinê bi dawî bibin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dema rejîma Ba'asê de polîtîkayên ku nasnameya neteweyî ya gelê kurd dikin armanc hatine meşandin, û hewldan hatine kirin ku bi guhertina navên bajar, bajarok, gund, çiya û cihên dîrokî nasname û dîroka kurdan ji holê rakin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî hilweşîna rejîmê, rêveberiya nû ya Sûriyê berpirsiyar e ji sererastkirina binpêkirinên mafên mirovan ên berê, û bang kir ku encamên yasayî, siyasî û çandî yên polîtîkayên erebkirinê bên rakirin.
8 partiyan di daxuyaniya hevpar de ji bo hikûmeta nû ya Sûriyê ev daxwazên jêrîn anîn zimên:
1 - Navên kurdî yên resen li bajar, bajarok, gund û cihên dîrokî werin vegerandin. Divê ev nav di belge, nexşe û saziyên fermî de werin bikaranîn.
2 - Hemû biryar û qanûnên ku erebkirin û guhertina navên navçeyên kurdan rewa kirine werin betalkirin.
3 - Komîteyeke niştimanî ya serbixwe were avakirin. Ev komîte ji pisporên dîrok, cografya û zimên û ji nûnerên herêman pêk bê da ku navên resen bi awayekî zanistî tesbît bike.
4 - Çareserkirina encamên erebkirinê wekî beşeke bingehîn a dadperweriya veguhêz were dîtin. Ziyanên manewî û çandî yên miletê kurd werin qerebûkirin.
5 - Parastina cihêrengiya ziman û çandê di nav prensîbên destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigire.
6 - Projeya nijadperestî ya Kembera Erebî were betalkirin. Mafên xelkê li wan werin vegerandin û mexdûr werin qerebûkirin. Divê rewş wekî berê lê were.
"Mercek ji lihevhatina neteweyî"
Partiyan diyar kirin ku vegerandina navên cihan ên dîrokî ne tenê daxwazeke sembolîk e, lê mafekî neteweyî û beşeke girîng a lihevhatina civakî ye. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Sûriyeya paşerojê divê li ser bingeha dadmendî, wekhevî û pirrengiya çandî were avakirin û ji polîtîkayên dûrxistin û cudakariyê dûr be.
Partiyên ku daxuyaniya hevpar ragihandine ev in:
1- Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
2- Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (El-Partî)
3- Partiya Çep a Demokrat a Kurd a Sûriyeyê
4- Tevgera Azadiya Kurdistanê a Sûriyeyê
5- Partiya Wîfaqa Demokrat a Kurd a Sûriyeyê
6- Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanî
7- Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê
8- Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê
