Zimanê kurdî dê li 938 dibistanên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê were xwendin
Hilgirên bawernameya pola 9an a Rêveberiya Xweser ku bi rêjeya 55% derçûne dikarin pola 10an li dibistanên hikûmetê bixwînin.
RûpelNews - Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê şeva borî ragihand ku hilgirên bawernameya pola 9an a Rêveberiya Xweser ku bi rêjeya 55% derçûne dikarin pola 10an li hemû dibistanên hikûmetê bixwînin.
Wezaretê diyar kir ku xwendevanên polên veguhêz ên wê rêveberiyê jî dikarin xwendina xwe li gorî belgeyên xwendinê yên bedrest di dibistanên hikûmetê de berdewam bikin.
Her wiha wezaretê da zanîn ku zimanê kurdî li 938 dibistanan li Hesekê, Heleb, Şam û Hemayê dê were xwendin.
Li gorî biryarên Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê, heftane 3 waneyê zimanê kurdî dê li wan dibistanan werin xwendin. Her wiha xwendekar dikarin îsal waneyên teorî jî bi kurdî bixwînin.
