Ugur Sahin bi wêneyan bersiva derewkaran da

12 berfanbar 2021 01:55
Ugur Sahin bi wêneyan bersiva derewkaran da

PeyamaKurd – Li ser medya civakî gelek xeberên derew digerin ku yek ji wan xebera di derbarê CEO yê şîrketa BioNTech ê uğur Şahin de ye ku derziya (vaccina) Kovid-19 ê li xwe nedaye. Li ser agahiyên derew Uğur Şahin wêneyên xwe yên ku derziyê li xwe daye parve kir. Di wêne de Uğur Şahin çawa derziyê xwe li xwe daye nîşan dide.

Uğur Şahin bi belavkirina wêneyên xwe re ragihand ku niha li ser aşiya an ku derziya deqandinê ya varyanta nû ya Omicronê dixebitin û gelek bipêş xistine.

Şahin got ku bi Özlem Türeci re 3 doz vacciva Pfizer/BioNTech ê bûne û di wêneyê ku di ser platforma medya ya Linkedin de kiriye, gotina Mahatma Gandi belav kiriye ku Gandî dibêje:

“Dijmin tirse, em difikirin ku nefrete lê tirse.”

Şahin got ku hefteya borî bi rêya telefonê bi hevalkî xwe re axifiye û weha dewam kir:

“Min ji hevjîna wî hîn kir ku ew bi xwe û malbata xwe ve derziyê li xwe nedane. Min nepirsî bê çima vê biryarê dane. Sedemên şexsî yên mirovan hene. Lê sedema herî belave; bi giştî agahiyên şaşin û ji bêbaweriya weka tirsê dertên.

Tirs rasyonel nîne lê her wext bi mirov rast û heqiyê dide hîskirin. Gelek cara tiştê ku werdigere hêrs û nefretê, tirsa miroviye.”