Dr. Koca û Prof. Dr. Ugur Sahin li ser 120 mîlyon doz asiyê lihev kirin

21 gulan 2021 01:06
Dr. Koca û Prof. Dr. Ugur Sahin li ser 120 mîlyon doz asiyê lihev kirin

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca piştî civîna heyeta koronavîrusê hevdîtinekî li ser online bi avakerê fîrma biyoteknoloji ya Almanya ya BioNTech ê bi Prof. Dr. Uğur Şahin re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku bi miqdarê 120 mîlyon dozî peyman girêdane. Koca weha got:

“Îro mamosteyên me Dr. Uğur Şahin û Özlem Türeci bi me re bûn. Niha mamoste Özlem Küreci xebata xwe dewam dike lê mamoste Uğur li me guhdarî dike. Îro bi xêra mamoste Uğur me peymana bi 120 mîlyon dozî îmze kir.”

Damezrênerê BioNTech ê û CEO yê wê Prof. Dr. Uğur Şahin weha got:

“Ez kêfxweşin ku derfeta me ya axaftinê çêbû. Weka birêz wezîrê me got, em ji meha 12 an heya niha diaxifin. Di meha 12 an de me li ser 1.5 mîlyon doz axifî. Lê wezîr dozê zêdekir. Me bo 120 mîlyon dozê peyman çêkir.”