Dr. Fahrettin Koca: Derziyên me kirine, 16 mîlyonan derbas kir

04 nîsan 2021 03:12
Dr. Fahrettin Koca: Derziyên me kirine, 16 mîlyonan derbas kir

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê medya civakî de parvekirinan kir û weha got:

“Tirkiye di nav welatên ku hêj derziya Kovid-19 ê nehilberandiye de, ew welate ku heya niha derziya Kovid-19 ê herî zêde kiriye. Ji wexta ku ev peyam hat belavkirin dozên ku me heya niha kiriye 16.668.844 in.

Di nav welatên aderziyên Kovid-19 ê kirine de em di rêza 6 an de ne. Welatên ji me zêdetir aşi kirine Amerîka, Çîn, Hindistan, Îngîltere û Brezilya ne.”