AK Partî ji bo xebatên yasayî bo proseya aştiyê komîsyon ava dike
Hat ragihandin ku AK Partî di çarçoveya pêvajoya aştiyê de komîsyonek ku ji pisporên hiqûqî tê dê ava bike. Komîsyon li ser temamkirina gavên yasayî dê bixebite.
|
Türkçe
RûpelNews - Pisporên hiqûqê yên ji AK Partîyê di komîsyonê de kom bibin û ji bo amadekirina pêşnûmaya guhertinên yasayî xebatan bikin.
Cîgirê Serokê Koma AK Partî Abdulhamit Gul dê serokatiya komîsyona hiqûqnasan bike.
Piştî xebatên komîsyonê bi dawî bû raporeke dê bê amadekirin û ev rapor ku tê da pêşnûmayên yasayan dê hebin bo Komîsyona Hevgirtin, Birati û Demokrasiyê ya Neteweyî ya Parlamentoya Tirkiyeyê wê were pêşkêşkirin. Piştî erêkirina vê komîsyonê jî pêşnûmaya yasayê bo lijneya giştî wê were şandin ku herî dawî li vir bê erêkirin êdî yasa temam dibe.
Çavkanî: Rojnameya Sabah
