Tirkiye li ser avakirina hukumeta Iraqê daxwuyanî da

28 cotmeh 2022 03:51
Tirkiye li ser avakirina hukumeta Iraqê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser avakirina hukumeta Iraqê daxwuyanî da. Hukumeta Iraqê ya di bin serokwezîrtiya Muhammed Şia Sudani de îro hatibû avakirin û di meclisê de di dengdanê de hat qebûlkirin. Wezareta karên derve ya Tirkiyê weha got:

“Em razî ne ku hukumeta nû ya Iraqê di 27 ê cotmehê de, di meclisê de bi dengan baweriyê sitend û dest bi wezîfa xwe ya nûh kir. Em ji bo rola ku serokwezîr Muhammed Şia Sudani daye ser milên xwe de jê re serkeftinê dixwazin. Em bawerin ku hukumeta nû wê bendeyên xelkê Iraqê bi berfirehî bibersivîne, refah, îstîqrar û hûzûra xelkê xwurt bike û pêngavan bavêje.

Tirkiye amade ye ku çawa berê bi hukumetan re li ser rêzgirtin û berjewendiyên hevpar hevkariyê dikir, amadeye ku bi hukumeta nû re jî heman hevkariyê bike.”