NY: Em di avakirina hukumeta Iraqê de bi endîse ne

25 sibat 2022 02:09
NY: Em di avakirina hukumeta Iraqê de bi endîse ne

PeyamaKurd – Nûnera taybet ya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Jeanine Hennis-Plasschaert, ragihand ku avakirina hukumeta nû li Iraqê bi endîşe ye û avakirin zêde dirêj kir. Hennis-Plasschaert li ser pêşdeçûnên li Iraqê, îro di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de axifî. Hennis-Plasschaert weha got:

“Tevî li welat guherîn hene jî, Iraq niha dibe şahidê ku li ber reformên Iraqê rê tê girtin ku pêdivî bi wan reforman heye. Divê astengiyên li pêş rabin û lezê bidin avakirina hukumetê. IŞİD dikare ji valahiya îstîqrara welat sûd welgire û ev jî bibe derî ji mudaxeleya biyanî re veke.

Niha sebra xelkê Iraqê diceribînin. Pêdivî heye ku ber li perçebûnê bêgirtin û bernameyên pêdiviyên xelkê Iraqê bipêş bixin. Bi sedema guherîna kêşûhewayê li Iraqê kêmasiya avê heye û ev jî dibe sedema tehdîda koç û pevçûnan û wan qat dike.”