Tirkiye: Em banga YE yê red dikin û sermezar dikin

15 cotmeh 2019 01:25
Tirkiye: Em banga YE yê red dikin û sermezar dikin

PeyamaKurd- Tirkiye li ser banga Yekîtiya Ewrûpayê ku di mijara Rojava û Rojhilata Derya Sipî de bo Tirkiyê kiribû red kir. Ji wezareta karên derve ya Tirkiyê weha hat ragihandin:

“Konseya Kerên Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê, îro li Burukselê civiyaye û di bin navê xalên ‘Bakûrê Rojhilatê Sûriye’ û ‘ Xebatên ku Tirkiye li Rojhilata Derya Sipî dimeşîne’ de, biryaran daye û li me bang kiriye. Em wan biryaran û bangê şermezar dikin û red dikin. Bi sedema layangiriya wan û bêqanûniya wan, em ê hevkariya xwe bi Yekîtiya Ewrûpayê re, bi awayeka ciddî, car din di çav de derbas bikin.”

Tirkiye ragihand ku ew mafê parastina xwe bikartîne û di çarçoveya Şertê Neteweyên Hevgirtî de tevidgere.

Di mijara Rojhilata Derya Sipî de di navbera Tirkiye û dewletên YE de arîşe destpêkirine û her diçe arîşe mezin dibin. YE dixwaze bi Amerîka re li xaz û hîdrocarbona wê derê û tiştek nekeve destê Tirkiyê.