Tirkiye: Bi hevkariya Iraqê…/ Iraq: Em sermezar dikin!
PeyamaKurd – Ji Wezareta Karên Derve ya Iraqê, êrîşa li ser Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir û ragihand ku ew êrîş ne yasayî ye.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê, bi daxuyaniyekê helwesta xwe derbarê êrîşa li Şingalê ku ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve berpirsekî PKKê hedef hatibû girtin de ragihand û bi tundî ew êrîş şermezar kir.
Tê zanîn ku, bombebaran kirina Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo wî welatî hat. Firokeyên şer yên Tirkiyê di 15.8.2018 li Şingalê êrîş biribû ser du wesayita û di ecamê de Fermandarê Giştî yê PKKê yê li Şingalê Zekî Şingalî û çar endamên şervanên YBŞ jiyana xwe ji dest dabûn.
Li aliyekî din, Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin diyar kiribû: “Brêz Ebadî dema li Enqereyê bû, meseleya Şingalê bi hemû hûrgiliyan ve hate gotûbêjkirin. Em tenê li ser Şingalê gotûbêj nakin, ji zû ve ye derbarê hebûna PKKê ya li Qendîl û Mexmûrê jî em digel Iraqê li ser pakêteke berfireh a ewlekariyê gengeşê dikin. Hûn dikarin operasyona duh a li ser Şengalê, di çarçoveya wê paketê de binirxînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin