'Îsraîl û Tirkiye ji bo ku şer nekin hevdîtinan dikin'
Medyaya Îsraîlê îdia kir ku rayedarên Tirkiye û Îsraîlê ji bo ku di navbera wan de şerekî dernekeve, bi dizîka hevdîtinan dikin.
RûpelNews - Li gorî raporeke dezgeha ragihandinê ya dewleta Îsraîlê KAN ku berpirsekî parastinê yê Îsraîlî yê nediyar wek çavkanî nîşna dide Tirkiye û Îsraîl ji bo ku li Sûriyeyê neyên hemberî hev û şerekî nekin, danûstandinên veşartî dikin.
Berpirsê Îsraîlî got, "Îsraîl naxwaze Tirkiyeyê bike dijmin" û lê zêde kir ku eger ji hewldanên dîplomatîk encamekê dernekeve, dibe ku Îsraîl dest bi "rêyeke cuda" bike.
Wezîrê Îsraîlê: Em naxwazin bi Tirkiyeyê re pev biçin
Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ku wek mêvan beşdarî bernameya "Meet the Press" a Kanala 12an bû diyar kir ku Îsraîl ne alîgirê zêdekirina aloziyan e bi Tirkiyeyê re ye û ew dixwazin statukoya heyî biparêzin.
Saar destnîşan kir ku ew tercîh dikin pirsgirêkan bi rêya "peyamên dîplomatîk" û "mekanîzmayên kêmkirina aloziyê" çareser bikin.
