Tirkiye: Em Îsraîlê sermezar dikin
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe ya înternetê da wiha got, "Em êrîşa Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Dostaniya Tirkiye û Filistînê ya Gazzeyê bi tundî şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de ev gotin hatin cih:
''Em êrîşa Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Dostaniya Tirk û Filistînê ya Gazzeyê bi tundî şermezar dikin. Her çiqas beriya niha hemû agahiyên pêwîst bi rayedarên Îsraîlî re hatin parvekirin jî, ji bo pêkanîna êrîşeke bi vî rengî ti îzahatek nîne.
Dorpêç û ev êrîşên dijmirovahî ku armanca wan ew e ku gelê Filistînê li Gazzeyê ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar bihêlin, bi eşkereyî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Divê Îsraîl dest ji hedefgirtina niştecihên Gazzeyê bi girseyî, bêserûber berde."
Rayedarên Nexweşxaneya Dostaniya Tirkiye û Filistînê ya girêdayî rêveberiya tenduristiyê ya li Gazzeyê di daxuyaniya xwe ya do de diyar kiribûn ku balafirên şer ên Îsraîlê qata sêyemîn û ya dawî ya nexweşxaneyê bombebaran kir û zirareke mezin dît.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin