Tirkiye dest bi amadekariyên operasyonek nû li Rojavayê Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, fermana ‘Ji operasyonê re amade bin’ da çekdarên Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê û dest bi amadekariyên operasyonek nû li Rojavayê Kurdistanê li dijî YPG û HSDê dike.
Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê yên destpêkirina operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiyê dest bi amadekariyên operasyonek nû li Rojavayê Kurdistanê li dijî YPG û HSDê dike. Armanca vê carê ya operasyona Tirkiyeyê, bajarê Til Rifat û Eyn Îsa ye.
Li gor zanyariyên ji çapemeniya Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê fermana ji operasyonek nû re amade bin daye çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê. Herwiha Tirkiye û komên çekdar, hêzê ser sînorê Til Rifat û Eyn Îsa kom dikin.
Ev amadekarî di demekê de ne, berî du rojan jî Tirkiyê ji dronan ve belavok li asîmanê Til Rifatê belav kirin û daxwaza alîkariyê ji rûniştvanên wê navçeyê kirin.
Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ji komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê pêk tê û berê di bin fermana artêşa Tirkiyê de, di Çileya sala 2018an de êrîş ser Efrînê û di Cotmeha 2019an de êrîş ser Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin û dagîr kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin