Tirkiye dest bi operasyoneka mezin kir

30 tebax 2018 19:44
Tirkiye dest bi operasyoneka mezin kir

PeyamaKurd-  Li gor îstîxbarata Tirkiyê li navçeya Beytuşebabê û devera Marûnisê bi sedema ku PKK li wan deran dihewe, operasyoneka mezin dan destpêkirin. Li gor agahiyên dewleta Tirkiyê PKK xwe di nava koçeran de bicîh kiriye.

Herêmên navborî ji aliyê leşker û cerdevanan de hatiye dorpêçkirin. Hêzên hewayî bi helîkopteran û dronan ji esman de kontrolê dikin. Ev du roje ku bakûrê çiyayê Katoyê, zozanên Fereşînê û Marûnis ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Bi hêzên dewletî re 500 heb cerdevan hene.