Tirkiye: Li Xwakurkê operasyoneke nû dest pê kir
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku duh bi şev di çarçoveya "Plana Operasyona Pençe-2" de li Başûrê Kurdistanê li hember gêrîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dest bi operasyoneke nû kirine.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê(MSB), êvara 12ê Tîrmehê piştî topbarana topxaneyên hêzên bejahî û bombebarana hêzên esmanî, di saet 22:00an de hêzên komando li Herêma Kurdistanê di çarçoveya Plana Operasyona Pençe-2 de, li devereke cuda ya diyarkirî, dest bi operasyoneke nû kirine.
Wezareta Berevaniyê di daxuyaniya xwe diyar dike ku "Operasyon bi piştgiriya hêzên esmanî, hêzên bejahî, helîkopterên ATAK û firokeyên bêpîlot, weke ku hatibû plankirin berdewam e".
Herwiha hatiye eşkerekirin ku armanca wan a ji vê operasyonê ew e ku şikeft û stargehên gerîlayên PKKê yên li Xwakurkê ji nav bibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin