Serokwezîrê Iraqê diçe Kurdistanê

10 adar 2019 15:55
Serokwezîrê Iraqê diçe Kurdistanê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî wê here Kurdistanê lê roja çûna wî nehat aşkerakirin. Li Kurdistanê wê bi rêvebirê herêma Kurdistanê re hevdîtinan bike.Ragihandina çûna Abdulmehdî ji aliyê ajansa Rûsya ya bi navê RT hat ragihandin.

Çavkaniyeka ku bi ajansa RT re axifiye gotiye ku bo qewîkirina tekiliyên navbera Hewlêr- Bexdayê, bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê wê here Hewlêrê.