Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê dike
10 mijdar 2024 11:23
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di nava hefteyê de serdana Herêma Kurdistanê dike.
Çavkaniyeke ji Kabîneya Iraqê ragihandiye ku dê Sûdanî li Hewlêr û Silêmaniyê bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Li gorî zanyariyan Sûdanî roja çarşema bê serdana Herêma Kurdistanê dike.
Tê çaverêkirin, Sûdanî li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi aliyên pêwendîdar re hevdîtinan bike û wan teşwîqî avakirina bilez a hikûmetê bike.
Herwiha pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û rêyên çareserkirina wan jî dê di vê serdanê de li ser masê bin. Sûdanî herî dawî 9ê Mijdara 2023yan serdana Herêma Kurdistanê kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî giha Herêma Kurdistanê
09 mjd 2023
Cîhan
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana Singalê dike
12 gln 2023
Jiyan
Daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Sûdanî derbarê serdana Erdogan de
20 nsn 2024
Jiyan
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Tehranê bi Serokomarê Îranê re civiya
08 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin