Ji Serokwezîrê Iraqê daxuyaniya Kurdistanê: Em bi biryar in...

26 hezîran 2019 15:01
Ji Serokwezîrê Iraqê daxuyaniya Kurdistanê: Em bi biryar in...

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî ragihand ku di warê çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re bi biryar in.

Adil Evdilmehdî duh êvarî di civîna rojnamevaniyê ya heftane de axivî û ragihand ku di warê çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re bi biryar in. Wî got li ser vî esasî bi Herêma Kurdistanê re civîn û gotubêj didomin.

Evdilmehdi di axaftina xwe da anî ziman ku li gorî budçeya Iraqê ya sala 2019an divê Herêma Kurdistanê rojane 250 bermîl petrol bide Bexdayê.

Adil Evdilmehdî herweha got ew  bi biryar in pirsgirêkên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re çareser bikin.