Serokwezîr: Pirse û sersaxî li malbat û hevalên wî yên di Partiya Siyoî ya Kurdistanê û Iraqê dikim
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê sersaxî li malbat û Partiya Şiyoî ya Kurdistan û Iraqê kir û diyar kir: “Mamoste Kerîm Ehmed, serkirdeyekî niştimanperwer û têkoşer ê diyar û naskirî bû li Kurdistan û Iraqê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ji bo koça dawiyê ya mamoste Kerîm Ehmed, Sekreterê Giştî yê berê yê Partiya Şiyoî ya Kurdistanê, pirse û sersaxî li malbat û hevalên wî yên di di Partiya Şiyoî ya Kurdistanê û Iraqê dikim û hevbeşê xema wan im.”
Di berdewamiyê de eşkere kir: “Xwedêjêrazî mamoste Kerîm Ehmed, serkirdeyekî niştimanperwer û têkoşer ê diyar û naskirî bû li Kurdistan û Iraqê. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û bîranîna wî her dem bi xêr.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin