Şehîdketina Pêşmergeyan: Şahê Urdinê sersaxî li Serokwezîr da

26 adar 2026 10:59

Di êrişeke Îranê de şeş Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd ketibûn û 30 jî birîndar bibûn. Ji raya giştî ya kurd û seranserê cîhanê gelek peyamên sersaxiyê hatin şandin. Şahê Urdinê jî ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  Mesûr Barzanî re xwest.

Şehîdketina Pêşmergeyan: Şahê Urdinê sersaxî li Serokwezîr da

RûpelNews - Şahê Urdinê Şah Ebdilayê Duyê, ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke din a Pêşmergeyan di êrîşa bi mûşekan a Îranê de peyameke sersaxiyê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand.

Peyama Şahê Urdinê wiha ye:

Cenabê Mesrûr Barzanî Xudê biparêze, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê:

Silavên Xudê li we bin,

Min bi xemgîniyeke zêde nûçeya şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyan (Xudê jê razî be) û birîndarbûna hejmareke din jî ji ber du êrîşên bi mûşekan ên Îranê bihîst. Ez bi navê xwe û gel û hikûmeta Şanişîna Urdinê ji ber vê karesatê ji dil sersaxiyê ji we re dixwazim û ji Xudayê mezin dixwazim ku, canê wan bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbat û gelê Herêma Kurdistana Iraqê yê bira û ez ji birîndaran re jî çarebûneke bilez dixwazim.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon.

 Birayên we: Ebdilayê Duyê kurê Hisên / Şahê Şanişîna Urdinê - Eman