Erdogan sersaxî ji Leyla Zanayê re xwest

31 tebax 2026 09:42

Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdogan, bi telefonê bi parlamentera berê Leyla Zanayê re axivî û ji bo mirina hevjînê wê, siyasetmedarê kurd û şaredarê berê yê Amedê, Mehdî Zana, sersaxiya xwe pêşkêş kir.

Erdogan sersaxî ji Leyla Zanayê re xwest

RûpelNews - Hat ragihandin ku Erdogan, ji wer koça dawî ya Mehdî Zana, xemgîniya xwe aniye ziman û Leyla Zanayê jî ji ber parvekirina xemê spasiya Erdogan kiriye.

Mehdî Zana hat veşartin

Mehdî Zana, yê ku di navbera salên 1977 û 1980î de wek Şaredarê Amedê kar kiribû, di 85 saliya xwe de di 30ê tebaxa 2026an de li nexweşxaneya ku ji ber Nexweşiya Pişikê ya Xurî lê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe.

Li ber Şaredariya Mezîn a Amedê merasîmek ji bo Zana hate lidarxistin, û cenazeyê wî, ku bi ala Herêma Kurdistanê hatibû pêçan, li ser milên hezkiriyên wî hate hildan û birin Goristana Yenîkoyê û li wir hate veşartin.

Taziyeyên Mehdî Zana li Mala Şînê ya Liceyiyan a li Amedê tên qebûlkirin.