Serokwezîr li gel mexdûrên Sengalê civiya: Divê lihevkirina Sengalê bê bicihanîn

02 tîrmeh 2024 16:34
Serokwezîr li gel mexdûrên Sengalê civiya: Divê lihevkirina Sengalê bê bicihanîn

PeyamaKurd - Bi berhevbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîmên ragihandina bernameya piştgiriya darayî ya ji bo kesên ji destê DAIŞê rizgar bûne bi rêve diçin.

Di berhevbûna ku li paytext Hewlêrê, li Hola Seid Ebdula bi rê ve diçe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axaftineke berfireh kir.

Di axaftina xwe ya bi xêrhatina kesên ji destê rêxistina terorî DAIŞê rizgar bûne hate destpêkirin de Serokwezîrê Herêma Kurdisanê diyar kir ku piştî 10 salan bi ser komkujiya Şengalê re derbaz bûye jî, ji ber komên çekdar ên neyasayî Êzdî li kampan dimînin û rewşa Şengalê nehatiye aramkirin.

Axaftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Amadebûyîyên rêzdar, xwişkên rizgarbûyîyên destê teroristên DAIŞê, roja we bi xêr. Hun bi xêr hatin.

Em îro şerefmend in ku rêzê li qurbaniyên rizgarbûyî yên destê terositên DAIŞê digirin. Tevî ku em îsal bîranîna 10 saliya komkujiya Şengal û derdora wê dikin, lê mixabin êş û azar û derdeseriyên xwişk û birayên me yên Êzidî li devera Şengalê, piştî derbazbûna 10 salan bi ser wê karesatê re jî hêşta bidawî nehatine.

Em îro li vê derê gelek bi rêz, şiko û rêz ve hemî qurbaniyên komkujiya destê terorsitên DAIŞê ji xwişk û birayên Êzidî bibîr tînin. Herwesa em bi rêzeke zêde xweragirî, qehremanî û qurbanîdana hêza Pêşmergeyên Kurdistanê jî bibîr tînin ku bi rêberiya Serok Barzanî teroristên DAIŞê hatin şkandin û Şengal hat rizgarkirin.

Piştî 10 salan di vê karesat û komkujiyê re, hêşta rewşa devera Şengalê asayî nebûye. Herwesa ji ber xwesepandin û komên çekdar ên neqanûnî, xwişk û birayên me yên Êzidî li kampan mane û nekariye vebigerin cihên xwe û ji ber vê yekê jî heta niha deverên wan nehatine avadankirin.

Di vê helkeftinê de, em piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewa yên xwişk û birayên xwe yên Êzidî tekez dikin û pêdivî rewşa neasayî ya Şengalê bê bidawîanîn û lihevkirina Şengalê wekî xwe bê bicihanîn û rewşa wê deverê bê asayîkirin, ji bo ku em bikarin bi alîkariya Hikûmeta Federalî û Civaka Navneteweyî wê deverê avadan bikin û desthilata wê deverê jî ji bo xelkê resen ê Şengalê vebigere.

Amadebûyîyên rêzdar, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavên baş ji bo sivikkirina azarên kesûkarên qurbaniyên destê teroristên DAIŞê avêtine, herwesa rolekî giring û berçav di azadkirina hejmareke zêde ya revandiyên Êzidî û pêkhatên din ji destê teroristên DAIŞê gêraye û wê li ser bizavên xwe ji bo zanîna çarenivîsa hemî wan kesên ku hêşta çarenivîsa wan diyar nîne jî berdewam be.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ji bo nasandina tawanên DAIŞê wekî jenosîd û tawanên şerî kar kiriye. Ji bo vê meremê jî, bi piştevaniya Civaka Navdewletî ji bo lêkolînê li ser tawanên DAIŞê, me daxwaz kir ku dadgeheke taybetmend ji bo darizandina teroristên DAIŞê li ser tawanên wan ên navdewletî bê damezrandin, lê mixabin ev bizav heta niha jî li ser astê federalî wekî pêdivî pêşwazî lê nehatiye kirin.

Em destxweşiyê li wan hemî welatan dikin ên ku tawanên teroristên DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî bi awayekî fermî wekî jenosîd nasandine.

Em hêvîdar in Civaka Navdewletî ji bo kêmkirina êş û azarên xûşk û birayên me yên Êzidî û vegerandin awareyan ji bo cihên wan bi serbilindî û azadî hevkar û alîkara me be.

Gelî rêzdaran, qurbaniyên rizgarbûyî yên destê DAIŞê tevî wan hemî êş û azar û derdeseriyên rûbirûyî wan bûne, lê cihê dilxweşî û şanaziyê ye ku ew bi awayekî xweragirane li ser bizav û karkirin û destbernedanê berdewam in, pêxemetî berdewamîdana bi jiyanê û gelek ji wan jî bûne nimûne û sembolên jêhatin û çîrokên îlhamdêr ji xweragirî û serkeftinê.

Ez dilxweş bûm ku meha borî, li nav ahenga serkeftinê ya xwendekarên Zanîngeha Amerêkayî ya Kurdistanê li Dihokê, min xelata şerefa xweragiriyê pêşkêşî yek ji rizgarbûyîyên destê DAIŞê da, ku ew jî xanim Şirîn Xêro Xudêda bû, ku li Zanîngeha Amerîkayî bi awayekî gelek serkeftiyane xwandina xwe temam kir û bawername wergirt.

Serpêhatiya wê xanimê çîrokeke kêmwêne ye, ku tevî revandin û desteserkirina wê ji bo çend salan ji aliyê DAIŞê ve, li ser berdewambûnê li ser xwandinê rijd bû û bû nîşana xweragiriya xûşk û birayên me yên Êzidî.

Xûşk û birayên Êzidî pareke giring û veneqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne û merasîmên wan ên dînî jî bi zimanê zelal ê Kurdî ne. di ser hemî pilan û bizavên nehezan ji bo veqetandina wan ji xelkê Kurdistanê re, ew her ji kevin de pêkhateyeke resen a gelê Kurdistanê ne û pareke giring a wê pêkjiyanê ne ya ku li Herêma Kurdistanê heye.

Ev rêzlêgirtina îro pêşkêşkirineke mehane ye, ji bo zêdetirî sê hezar xûşkên Êzidî yên rizgarbûyîyên destê teroristên DAIŞê. Helbet bi baştirbûna rewşa darayî jî, astê alîkariyên me ji bo wan xweşeviyan dê berfirehtir bibin. Em hemî alîkariyan ji bo wan ezîzan pêşkêş dikin, ji bo ku jiyaneke hejî hebe û pareke biçûk ji birînên wan bê dermankirin, xasma di peydakirina derfetên karî û berdewamîdana bi xwandinê û çareseriya wan a pizişkî de, em li dû şiyanan hemî hêsankariyên ji wan re dikin.

Gelî rêzdaran, li vê derê di cihê xwe de ye ku ez spasiyeke bêhempa ji bo Serok Barzanî û Pêşmergeyên qehreman bikim, ku piştî wê roja Şingal keftiye di destên teroristên DAIŞê de, cenabê Serokî soz da ku heta Şingal rizgar nebe ew raneweste. Herwesa wî biryar da ku ew bi xwe serkirdetiya bereyê rizgarkirina Şingalê bike û em jî di xizmeta wî de bûn.

Wê roja cenabê wî soz dayî heta wê rojak u em li ser çiyayê Şingalê bûn, sed roj derbaz bûn. gelek xelkî bizav dikir ku ev çîrok bi awayekî nerast bê vegêran, lê bizanin xûşk û birayên me yên Êzidî herdem di dilê cenabê Serokî de bûn û cenabê SErokî ji her kesekî zêdetir xemxwerê êş û azarên Êzidiyan bûye û bi xwe û hemî kesûkar û Pêşmergeyên xwe jî ve her tiştê pê çêbûyî kir, ji bo ku serbilindî kerameta Êzidiyan vebigerîne û teroristên DAIŞê bişkîne.

Di cihê xwe de ye ku em bi germî spasiya Pêşmergeyên qehreman bikin, ku gelek ji wan canê xwe kir qurbanî ji bo ku Şingala blindest bê rizgarkirin. Evro em li vê derê ne ku spasî û rêzên xwe pêşkêşî xweragiriya gelê xwe yê Êzidî bikin. Di ser van hemî nexweşî û tadariyên ku li beranberî wan hatine kirin re, ew her xweragir bûne. Ne wan nasnameya xwe ji dest da, ne jî hêvî û umêdên xwe. Îşela Xudê dê we her serferaz bike, Kurdistan jî dê her ya avedan be, xûşk û birayên me yên Êzidî jî dê bi jiyaneke serbilind û azad bijî.”