Serokwezîr êrîşên li ser Hewlêrê bi tûndî şermezar kir

05 nîsan 2026 15:23

Serokwezîr Mesrûr Barzani êrîşên li ser Konsulxaneya Amerîkî û li Hewlerê bi tundî şermezar kir û wan wekî "terorîst û namerdane" bi nav kir.

Serokwezîr êrîşên li ser Hewlêrê bi tûndî şermezar kir

RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzani derbarê êrîşên milîsên terorîst ên ku Konsulxaneya Amerîkî û deverên niştecihbûnê yên sivîl li Hewlerê hedef digirin de daxuyaniyek da.

Serokwezîr êrîşan wekî "terorîst û namerdane" bi nav kir û got:

"Ez êrîşên namerdane ên milîsên terorîst ên ku Konsulxaneya Amerîkî û deverên niştecihbûnê yên sivîl li Hewlerê hedef digirin bi tundî şermezar dikim. Ev êrîşên bi zanebûn ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêma berfireh gefên cidî çêdikin û bi tevahî nayên qebûlkirin."

Her wiha serokwezîr bang li hikûmeta federal a li Bexdayê kir û got, "Divê gavên tavilê, biryardar û berbiçav li dijî van kom û milîsên çekdar ên bêqanûn werin avêtin. Pêwîst e ku hikûmeta federal hemî çavkaniyên xwe bikar bîne da ku pêşî li van êrîşên terorîstî bigire û kesên berpirsiyar bîne ber dadgehê."