Tuncer Bakırhan ji sedema êrîşên îranê telefonê Serokwezîr kir

17 tebax 2026 18:31

Tuncer Bakırhan êrîşa bi dronê ya Îranê ya li dijî ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar kir û peyama piştevaniyê ji bo Herêma Kurdistanê şand.

Tuncer Bakırhan ji sedema êrîşên îranê telefonê Serokwezîr kir

RûpelNews - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, piştî êrîşa bi dronê ya li ser ofîsa Wezîrtîyê ya şeva borî, bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî.

Di parvekirineke li ser hesabê medyaya civakî ya DEM Partiyê de hat diyarkirin ku di wê axaftinê de, Bakırhan hêviyên xwe yên baş ji bo Herêma Kurdistanê û gelê kurd anîn ziman, êrîş şermezar kir û ragihand ku ew di nava piştevaniyê de ne ligel wan.

Di daxuyaniya DEM Partiyê de ev gotin cih girtin:

“Hevserokê me Tuncer Bakırhan piştî ku ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Iraqê, birêz Mesrûr Barzanî, derengiya şeva borî bû armanca êrîşên bi dronan, bi rêya telefonê bi birêz Mesrûr Barzanî re axivî.

Di dema axaftinê de, Hevserokê me anî ziman ku DEM Partiyê êrîşê şermezar dike. Wî hêviyên xwe yên baş ji bo birêz Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd anîn ziman û ragihand ku em li kêleka wan in.

Em vê derfetê bikar tînin û radigihînin ku em êrîşên bi vî rengîyên ku şer û aloziyê li herêmê di rojevê de dihêlin û bêîstiqrariyê kûrtir dikin wekî xeter dibînin û em bang li rêveberiya Bexdayê dikin ku bûyerê ronî bike.”