Siûdî û Îmaratê êrîşên Îranê şermezar kirin
Wezîrê Parastinê yê Siûdî Prens Xalîd bin Selman û Wezîrê Parastinê yê Îmîratên Erebî yên Yekbûyî, Şêx Hemdan bin Muhammed El Maktûm, di pêywendiyê di têlefona xwe de êrîşên Îranê li ser welatên xwe û herêmê şermezar kirin. Her du alî tekez kirin ku van kiryaran binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî û serweriya welatan e.
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Prens Xalid bin Selman bi hevta yê xwe yê Îmîratên Erebî yên Yekbûyî, Şêx Hemdan bin Muhammed El Maktûm, telefonî gotûbêj kirin.
Prens Xalid di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê de diyar kir ku di vê gotûbêjê de her du wezîr êrîşên Îranê yên li dijî Siûdî, Emîrat û welatên din şermezar kirin.
Li aliyek din, Nivîsgeha Ragihandinê ya Dubaiê ragihand ku êrîşên Îranê wek “binpêkirina eşkere ya peymanên navneteweyî, serwerî, ewlehî û aramiya welatan” hatin binavkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Her du alî tekez kirin ku kiryarên weha dikarin encamên giran ji bo ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî çêbikin.”
Prens Xalid her wiha diyar kir ku her du alî piştgirî didin hemû tedbîrên ku li dijî van êrîşan têne girtin.
