Li Amedê êrîşên Îranê hatin şermezarkirin

20 tîrmeh 2026 15:37

Komîsyona Hewldana Yekîtiya Netweyî ya Kurdistanê li Amedê bi civîneke çapemenîyê êrîşên Îranê yên li ser partîyên Rojhilatê Kurdistanê û yên li ser Herêma Kurdistanê protesto kirin.

Li Amedê êrîşên Îranê hatin şermezarkirin

RûpelNews - Komîsyona Hewldana Yekîtiya Netweyî ya Kurdistanê ligel çend aliyên siyasî yên Kurdistanî li Amedê kom bûn û der barê êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê dan medyayê.

Beşdarên komisyonê di civînê de êrîşên Îranê wek êrîşên dûrî mirovatî bi nav kirin û bi awayeke tund ev êrîş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîşan de 9 Pêşemrge şehîd bûn û wiha hat gotin:

"Em van êrîşên xwînbar û hovane bi tundî şermezar û lanet dikin. Ev êrîşên Dewleta Dagirker a Îranê ne tenê li dijî komeke siyasî û leşkerî ne. Em van êrîşan wekî êrîşên li dijî miletê Kurd û hemû parçeyên Kurdistanê dinirxînin. Dewleta Dagirker a Îranê di her asta dîrokê de li dijî tevgerên Kurdistanî û neteweya Kurd siyaseteke hovane û jenosîdal ajotiye. 

Ev êrîşên ku li her parçeyeke Kurdistanê çêdibin bandorê li ser hemû neteweya Kurd dikin. Ji ber vê yekê, êşa Rojhilatê Kurdistanê êşa hemû Kurdan e. Êşa Başûr, Bakur û Rojava jî ji hev cuda nîne. Li her çar aliyên Kurdistanê, her çi biqewime bandorê li hestên me gişkan dike û berpirsiyariyên me tîne bîra me.

Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û hemû sazîyên navneteweyî yên berpirsiyar dikin ku li hemberî van bûyeran bêdeng nemînin, ji bo parastina sivîlan û kêmkirina rageşî û tengezariyê gavên pêwîst bavêjin û piştgirî bidin rêbazên ku li gorî hiqûqa navneteweyî ne."

-ÎNÎSÎYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ

- PÊLKURD

- PSK

- PWK

- TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ

- KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ