Nêçîrvan Barzanî êrîşên Hewlêrê şermezar kir: Metirsîdar e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi tundî êrîşên ku li ser ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî û mala Serokê Ajansa Parastinê hatin kirin, şermezar kir.
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro, Duşemê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrîşên li Hewlêra paytext de, ku ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî û mala Serokê Ajansa Parastinê kiribûn armanc, daxuyaniyek da.
Barzanî diyar kir ku ew êrîşan bi tundî şermezar dike û got, "Ev êrîş bi tevahî nepejirandî ne û pêngaveke metirsîdar a ber bi alozbûnê ve ne."
Bang li hikûmeta federal kir
Di banga xwe de li hikûmeta federal a Iraqê, Barzanî tekez kir ku divê rêveberiya Bexdayê erkên xwe yên destûrî ji bo parastina ewlehî û aramiya welêt bi cih bîne.
Barzanî diyar kir, "Em bang li hikûmeta federal dikin ku berpirsiyarî û erkê xwe yê destûrî bi cih bîne da ku ewlehî û aramiya welêt biparêze û rê li ber dubarebûna van êrîşan bigire."
"Berpirsiyariyeke hevpar"
Barzanî destnîşan kir ku parastina serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê, Herêma Kurdistanê jî di nav xwe de dihewîne û got ku ev berpirsiyariyeke hevpar e.
Barzanî destnîşan kir ku divê hemû alî ji bo kêmkirina aloziyan û bidawîkirina dijminatiyan bixebitin.
Dije Terora Herêma Kurdistanê berê ragihandibû ku di êrîşê de du dronên ji cureyê Hadid-110, ku li gorî agahiyan ji aliyê Îranê ve hatine şandin û bi teqemeniyan hatine barkirin, hatine bikaranîn û ti ziyanên canî çênebûne.
