Erdogan êrişên li dijî Peşmerge û mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

30 adar 2026 19:53

Erdogan di pêwendiyeke telefonê de ligel Nêçîrvan Barzani, sersaxî xwest û hem êrîşa li ser Pêşmergeyan û hem jî êrîşa bi droneyan li Duhokê şermezar kir.

Erdogan êrişên li dijî Peşmerge û mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

RûpelNews - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro êvarê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani re pêwendiyeke telefonî kir.

Di pêwendiyê de, Erdogan sersaxî ji malbatên Pêşmergeyên ku di êrîşên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê de şehîd bûn, re ragihand û ji birîndaran re başbûneke bilez xwest. Wer wiha Erdogan êrîşa bi droneyan li ser mala Nêçîrvan Barzani ya li Duhokê şermezar kir.

Erdogan teqez kir ku Tirkiye girîngiyeke mezin dide aştî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin ewlehî û aramiya herêmê.

Nêçîrvan Barzani ji bo têkilî û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember Herêma Kurdistanê û Iraqê spasiya Erdogan kir. Barzani diyar kir ku Herêma Kurdistanê dê her tim beşek ji aştiyê be û teqez kir ku divê ji şer û aloziyan dûr bisekinin. Di hevdîtinê de her wiha pêşketinên dawî yên di şerê li herêmê de hatin nîqaşkirin. Her du alî li hev kirin ku divê şer bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk werin çareserkirin.

 

Serokatiya ragihandinê daxuyaniya belav kir

Di heman demê de, daxuyaniyek ji Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani re bi rêya telefonê axivî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pevçûnên li herêmê û pêşketinên dawî hatine nîqaşkirin.

Hat ragihandin ku Erdogan ji ber êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzani sersaxî ji Nêçîrvan Barzani re gihandiye.

Her wiha hat hînbûn ku Erdogan diyar kiriye ku Tirkiye her tim li dijî êrîşên bi vî rengî ye û divê pevçûnên li herêmê di zûtirîn dem de bi dawî bibin.

Di axaftinê de pêşketinên dawî yên şerê li herêmê jî hatin nîqaşkirin. Alî li hev kirin ku divê pevçûn bi dawî bibin û pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk werin çareserkirin.