Nêçîrvan Barzanî: Êrîşên li ser sivîlan kiryarên terorîstî ne
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, êrîşa dronê ya li ser mala sivîlekî li Hewlêrê, ku bû sedema mirina zewacekê, şermezar kir.
RûpelNews - Barzanî êrîşa ku şevê li gundê Zergezewî yê nêzîkî Hewlêrê pêk hat, wekî "tevgereke terorîstî" bi nav kir û bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku ewlehiya sivîlan misoger bike û rê li ber êrîşên bi vî rengî bigire.
Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û li ser rûdanê wiha got:
"Ez wê êrişa terorîstî ya ku derengiya şeva borî bi dronê li ser mala welatiyekî li gundê Zergezewiyê yê Hewlêrê hat kirin û mixabin du hevjîn şehîd ketin, bi tundî şermezar dikim.
Sersaxiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û xizmên şehîdan dikim, ji dil hevxemê wan im.
Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku canê wan bi rehm û mîhribaniya xwe şad bike û aramiyê bide malbatên wan."
Banga li hikûmeta Îraqê
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ev êriş nayên qebûlkirin û ev banga xwe gihand hikûmeta Îraqê:
"Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin û bi temamî tên redkirin. Pêwîst e hikûmeta federal a Îraqê erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne ji bo rêlibergirtina van tawan û êrişên terorîstî da ku êdî ev destdirêjiya li ser gelê sivîl û bêguneh ê Herêma Kurdistanê ducare nebe."
