Serokê Çînê, Blinken pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di roja dawî ya serdana xwe ya kêmkirina rageşiyê ya bi Çînê re bi Serokê Çînê Xi Jinping re civiya.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Antony Blinken, di roja dawî ya serdana xwe ya kêmkirina rageşiyê ya bi Çînê re bi Serokê Xi Jinping re hevdîtin kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di roja dawî ya serdana xwe ya kêmkirina rageşiyê ya bi Çînê re bi Serokdewletê Çînê Xi Jinping re hevdîtin kir.
Blinken, serdana xwe ya Pekînê ku di dawiyê de pêk anîbû, piştî ku bi hinceta qeyrana "balonên sîxuriyê yên Çînê" hat betalkirin, bi civîna asta herî bilind bi dawî kir.
Bi qebûlkirina Blinken, Serokê Çînê Xi Jinping neyeta xwe ya kêmkirina aloziyên bi Washington re ragihand.
Di daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Çînê yên di derbarê hevdîtina Xi Blinken de ev agahî hatin parvekirin:
Xi ji Blinken re got ku dan û stendinên di navbera dewletan de divê her gav li ser bingeha rêzgirtin û dilpakiya hev bin. Xi hêvî dike ku serdana Blinken dê bi erênî beşdarî aramkirina têkiliyan bibe.
Di serdana Blinken de Amerîka û Çîn pêşkeftin bi dest xistin û li ser çend mijaran li hev kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin