Serok Barzanî pêswazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê kir

09 tebax 2021 17:46
Serok Barzanî pêswazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê pêşwazî li balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson kir.

Malpera fermî ya Serok ragihand îro 9ê Tebaxê li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke li gel wî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li qada siyasî û emnî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinan hatin guftûgo kirin.

Di vê civînê de Balyozê nû yê Brîtanya pêzanînên xwe yên ji bo hewlên çaksazî û çalaktirkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê anîn ziman û hebûna hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqî bi erênî wesif kir.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî di erk û karên wî de hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Brîtanya xwest.