Serokwezîr Barzanî, Balyozê Brîtanyayê pêswazî kir

08 tebax 2023 19:00
Serokwezîr Barzanî, Balyozê Brîtanyayê pêswazî kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliye Ofîsa Serokwezîrtiyê ve hatin ragihandin, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê ku nû dest bi kar kiriye, pêşwazî kir.

Di daxuyaniya ku li ser hevdîtinê hat ragihandin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser têkiliyên dualî nirxandin hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li balyozî kir û di kar û barên wî de jê re serkeftin xwest.

Hat diyarkirin ku tevahiya piştevanî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bo pere pêdana têkiliyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê de diyar kir.

Hat diyarkirin ku Balyozê Brîtanyayê qala vê yekê kir ku ji nêz ve haydarî xebat û qurbanîdana xelkê Kurdistanê ye ji bo bidestxistina mafên xwe yên reva û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztirkirina têkiliyên ligel herêma Kurdistanê diyar kir.

Li gorî hat diyarkirin, li ser reformên Kabîneya 9em, bi taybetî reformên nav Wezareta Pêşmerge û girîngîpêdana bi çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, dabînkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û pêwîstbûna lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ya di dema diyarîkirî de dan û stendin hatine kirin.