Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Brîtanyayê kir: Pêwîst e çareseriyeke guncaw bê dîtin

05 hezîran 2024 21:03
Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Brîtanyayê kir: Pêwîst e çareseriyeke guncaw bê dîtin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 5ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hitchen û şanda pê re kir.

Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtinê de, herdu aliyan rewşa siyasî û ewlehî ya navçe û Iraqê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin û ronahî xistin ser pêşketin û têgihîştina erênî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Di hevdîtinê de, rewşa navçeyên cihê nakokiyê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û astengî û pirsgirêkên ewlehî û siyasî yên ku li wan navçeyan ji bo niştecihên resen ên navçeyê derdikevin, hate gotûbêjkirin û her du alî hevbîr bûn ku pêwîst e çareseriyeke guncayî ji van pirsgirêkan re bên dîtin.

Herwiha pêşhat, guhertin û rewşa ewlekarî û siyasî ya navçeyê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî hatin gotûbêjkirin