Serok Barzanî bi sanda hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Duşemê 30yê Çile li Selahedînê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan yê li Iraq û Sûriyê yê şerê dijî DAIŞê General Matthew McFarlane û şanda ligel wî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku rewşa meydanî ya şerê dijî terorîstên DAIŞê hatiye gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku teror metirsiyeke berdewam e û heta bidawîanîna terorê û hizra tundrewî divê civaka navdewletî û Hevpeyman û welatên herêmê bihevre di hewl û hevahengiya berdewam de bin.
Di civînê de şanda mêvan pesnê rola hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê da û wek hêzeke xurt û xwedî moral wesf kir û diyar kir, Hevpeymaniya Navdewletî dixwaze Pêşmerge bi nefeseke nû û sazî were rêkxistin.
Serok Barzanî spasiya hevkarî û hevahengiya Hevpeymanan a ligel hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de kir û bal kişand ser wê yekê ku hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê gelek qurbanî dane û her dem di xebat û têkoşînê de serkeftin bi dest xistin, ji ber ku xwedî îradeya xwe û li pey dîtina rewa bûye û divê ev berdewam be û piştî niha jî hêzên Pêşmerge bi giyanê niştimanperwerî û îrade û bîrûbaweriyê ve were perwerdekirin û bihêzkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin