Serok Barzanî: Pêşmerge ji bo her cure gefê amade ye

30 îlon 2026 14:15

Serok Barzanî tekez kir ku Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi hevahengiya tevahî bi hêzên Iraqa federal re, amade ne ji bo berevaniyê, parastina aramiya welat û nehiştina her cure gef û metirsiyekê.

Serok Barzanî: Pêşmerge ji bo her cure gefê amade ye

RûpelNews -

Serok Mesûd Barzanî, derbarê bidawîbûna erkê Hevpeymaniya Nêvdewletî peyamek nivîskî belav kir.

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de ragihand, “Wekî ku hemû alî agahdar in, li gorî rêkeftina di navbera hêzên hevpeymanan û hikûmeta Iraqa federal de, îro 30ê Îlona 2026 dawîn roj e ji bo bidawîhatina erkê hêzên hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê. Hevpeymanan di şerê li dijî terorê de û her wiha di vegerandin û bihêzkirina aramiyê li Iraqê de piştgiriya hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge kirin.”

Spasiya hevpeymanan kir

Serok Barzanî, di peyama xwe de ev tekezî kir:

“Hêzên hevpeymanan di dema mayîna xwe de alîkariyeke pir mezin a hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge kirin û heta qurbaniyên zêde jî dan. Niha jî piştî bidawîhatina erkê wan, ew di paşerojê de ji bo hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê dimîne ku li gorî rewş û mercan û ji bo parastina aramiyê, rêkeftinên dualî bi welatên hevpeyman re bikin.

Li vir da cihê xwe ye ku em spasiya hewl û keda hêzên hevpeymanan bikin, rola wan di têkşikandina DAIŞê û vegerandina aramiyê bo Iraqê cihê rêz û rûmeteke mezin e. Her wiha silav ji bo giyanê pak ê hemû şehîdên Pêşmerge, hêzên Iraqî û hêzên hevpeymanan dişînin û bîranîna wan her bi bilindî dimîne.”

“Gelê Kurdistanê bila piştrast be”

“Derbarê Herêma Kurdistanê de jî gelek kes ji ber dilgiraniyê û hinek jî ji ber kîn û rik û şîroveyên nerast wisa difikirin ku bi nemana hêzên hevpeymanan êdî Herêm jî dê bikeve bin gef û metirsiyê û dawî lê bê. Ez dixwazim gelê xweşdiviyê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikim ku hevahengiyeke pir baş bi hikûmeta Iraqa federal re heye ji bo bersivdana her cure gef û metirsiyekê, çi ew gef di bin navê DAIŞê de be yan bi her navekî din be.

Her kes û aliyek ku xeyala wê yekê bike bibe gef û ziyanê bigihîne aramiya Herêma Kurdistanê, bila bizanibe li Kurdistanê bi qasî pêwîst Pêşmerge, qehreman û cangoriyên welat hene ku berevaniyê ji xelk û axa Kurdistanê bikin û hemû gef û destdirêjiyan têk bişkînin. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê jî ku koka wê di dîroka xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê de heye û berhema xwîna şehîdan û hêstrên çavên dayikên şehîdan e, her dimîne. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi hevahengiya tevahî bi hêzên Iraqa federal re, amade ne ji bo berevaniyê, parastina aramiya welat û nehiştina her cure gef û metirsiyekê.”