Serok Barzanî: Çekê Pêşmerge dîrok, fedakarî, şeref û bawerî ye
Serok Mesûd Barzanî, di axaftina xwe de li ser nîqaşên dawî yên derbarê entegrekirina hêzên Pêşmerge di nav artêşa Iraqê de, peyama "Divê her kes ji bîr neke ku Pêşmerge ji xwîn, ked û hêstirên gelê Kurdistanê çêbûye" da.
RûpelNews - Di demekê de ku nîqaşên derbarê entegrekirina hêzên Pêşmerge di nav artêşa Iraqê de berdewam dikin, Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek girîng da.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê X, li ser helwest û nasnameya Pêşmerge şîrove kir, bertek nîşanî hin şîroveyên dawî da.
Serok Barzanî diyar kir ku hin derdoran li ser pêşeroja Pêşmerge daxuyanî dane û destnîşan kir ku nirxandinên xelet li ser vê mijarê têne kirin.
Serok Barzanî di posta xwe de teqez li ser koka dîrokî û civakî ya Pêşmerge kir û wiha got:
“Ji ber rewşa siyasî ya taybet a ku derketiye holê, hin alî li ser çekên Pêşmerge diaxivin û şîroveyên xelet û nêrînên xelet pêşkêş dikin. Divê her kes ji bîr neke ku Pêşmerge bi xwîn, êş û hêstirên gelê kurd ji dayik bûye.
Çekên Pêşmerge ne perçeyên hesin, cebilxane an alavên şer in. Çekên Pêşmerge dîrok, fedakarî, rûmet û bawerî ne. Çekê Pêşmerge ew hewes û pabendbûna ku ew her gav ji bo gel, ax û welatê xwe heye ye.”
