Bakirhan bo pistevaniya Serok Barzanî: Qîmetê bidin vê sekna dîrokî

25 sibat 2025 19:59
Bakirhan bo pistevaniya Serok Barzanî: Qîmetê bidin vê sekna dîrokî
Nivîskar: Hevi Turan

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya Aştî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) di axaftina xwe ya îro 25ê Sibatê ya koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de, derbarê rojevê de daxuyanî dan.

Bakirhan, li ser serdana şanda Îmralî-DEM Partiyê ku dawiya hefteya borî serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serok Mesûd Barzanî civiyabû axivî û li ser bangewaziya tê çaverêkirin ji aliyê Abdullah Ocalan ve bê kirin wiha got:

"Birêz Mesûd Barzanî, di hevdîtina me de, bi awayekî zelal piştevaniyeke bihêz daye perspektîfa Birêz Ocalan. Qîmetê bidin vê sekna dîrokî.”