Serok Barzanî: Pêşmerge rûmeta me ya mezin e
Serok Mesûd Barzanî rêz li Pêşmergeyên ku şehîd bûne girt û silavên xwe ji bo hêzên li ser peywira xwe re şand û tekezî li ser fedakariya Pêşmergan û têkoşîna wan a ji bo serxwebûnê kir.
RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek ji bo hêzên Pêşmergeyan belav kir.
Di parvekirina xwe de, Barzanî bal kişand ser fedakariya Pêşmergeyan û têkoşîna wan a ji bo serxwebûnê û rêz li Pêşmergên ku şehîd bûne girt û silavên xwe ji bo hêzên ku niha li ser peywirê ne şand.
Barzanî, Pêşmergayetî wek rûmeteke mezin bi nav kir wiha got:
"Silav ji bo giyanên pak ên wan Pêşmergeyan re ku di vê rêyê de şehîd ketine, xwîna wan ji bo gelê wan bûye tovê azadî û serxwebûnê.
Ez silavên xwe pêşkêşî hemû lehengên ku rêya Pêşmergayetiyê hilbijartine dikim û rêzê li wê erkdariya pîroz a ku li ser milên wan e digirim. Pêşmergebûn rûmeta herî mezin e."
سڵاو لە ڕۆحی پاکی ئەو پێشمەرگانەی خوێنی ئاڵیان بووە هەوێنی ئازادی و سەربەرزی بۆ گەلەکەیان و لەو ڕێگەیەدا شەهید بوون.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) May 20, 2026
سڵاو لە هەموو ئەو قارەمانانەی ڕێگەی پێشمەرگەبوونیان هەڵبژاردووە و ئەو ئەرکە پیرۆزەیان لەسەر شانە و چاویان ماچ دەکەم.
پێشمەرگە باڵاترین شانازییە.
