Serokwezîr Barzanî bi wezîrên Pêsmerge û Navxwe re gefên dawî yên DAISê gotûbêj kir

23 rêbendan 2022 17:25
Serokwezîr Barzanî bi wezîrên Pêsmerge û Navxwe re gefên dawî yên DAISê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23yê Çile bi Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed re guhartinên dawî yên li Iraq û Sûriyê yên taybet bi gefên terorîstên DAIŞê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe ji zêdebûna êrîş û gefên terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriyê nîşan da û tekezî li girîngiya bihêzkirina hêlên berevaniyê û tundkirina rêkarên parastina Herêma Kurdistanê ji gefên terorîstan kir.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, ji bo vê armancê û ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, pêwîst e pêwendî bi Hikûmeta Federalî û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re berdewam bin.