Serokwezîr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kom bûn

09 nîsan 2026 17:37

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê  General Kevin Lambert hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê rûdanên dawî yên li Herêma Kurdistanê û bi giştî tevahiya li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kom bûn

RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert re civiya.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê û liv û tevgerên leşkerî, êrîş û xeteriyên li ser Kurdistanê û liv û tevgerên çekdarên DAIŞê hatin nîqaşkirin.

Serokwezîr Barzanî ji bo piştgirî û hevkariyê spasiya Hêzên Hevpeymanan kir.

Fermandar Lambert jî tekezî li ser berdewambûna piştgiriyê ji bo Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê kir.