Serokwezîr Barzanî, bi sanda Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re civiya

28 mijdar 2022 00:30
Serokwezîr Barzanî, bi sanda Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re civiya

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel Cîgirê Fermandeya Hêzên Iraq û Sûriyeyê yên Hevpeymaniya Navneteweyî yên Hewlêrê û şanda pê re civiya. Hat ragihandin ku tekezî li ser dewamkirina piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo hêzên hevpeymaniyê hatiye kirin.

Cîgirê Fermandeya Hêzên Iraq û Sûriyê yên Hevpeymaniya Navneteweyî yên Hewlêrê General Andrew Garner û şanda ligel wî, bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyan û rewşa ewlehiya herêmî û giştî nirxandin.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de aliyan bal kişandiye li ser pêşhatên Iraq û navçeyê û metirsiya rêxistina terorîst a IŞÎDê û girîngiya parastina serwerî, ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê.

Hat zanîn ku Fermandar Garner, li ser kar û çalakiyên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Iraq û Sûriyeyê kiriye û daye zanîn ku Hevpeymaniya Navneteweyî dê li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Her wiha hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî qala pêşhatên proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge kiriye û ragihandiye ku ew prose bi awayekî serkeftî berdewam dike û ev jî beşeke girîng a bernameya kabîneya hikûmeta 9emîn e.

“Divê hevkariya ligel Pêşmerge, bihêztir bibe”

Ji aliyê din ve jî tekezî li ser vê yekê hat kirin ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gorî destûrê werin çareserkirin û hevkarî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Kurdistanê, werin bipêşxistin.