Sanda Sunniyên Iraqê serdana Serok Barzanî kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke hêzên Sunniyên Iraqê kir û di hevdîtinê de li ser pêkanîna Hikûmeta Iraqê gotûbêj hat kirin.
Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda bilind (Hevpeymaniya Mihwerê Wetenî Iraqî) a bi serokatiya Şêx Xemîs Xencer kir.
Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû û sûdwergirtin ji ezmûn û şaştiyên berê, hat kirin.
Her di wê civînê de, herdu alî hevdeng bûn, ku pêwîst e gerentî û mekanîzmeke zelal ji bo pêbendiya bi destûrê û bicîkirina rêketinan bê danîn, bi awayekî ku rê li tekrewiya birêvebirina welat û piştguhkirina pêkhatan bê girtin.
Herwiha di civînê de, tekezî li ser hevrêzî û pêwendiya berdewam ya herdu aliyan hat kirin, bi mebesta beşdarîkirina çalak di piroseya siyasî de û bicîkirin û berçavgirtina wan bingehên ku rêketin li ser wan bûye.
Ji bilî Serok ev kesana di civînê de, Dr. Roj Nûrî Şawês, Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed, ku endamên polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê, amade bûn. Şanda mêvan jî, ji Xemîs Xencer, Cemal Kerbûlî, Usama Nucêfî, Selîm Cibûrî û Ehmed Ebdella pêk hatibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin